• Monday, 16 February 2026
logo

Daxuyaniyeke rojnamevanî ji nivîsîngeha Serokê Herêma Kurdistanê

Gulan Media December 21, 2014 Nûçe
Daxuyaniyeke rojnamevanî ji nivîsîngeha Serokê Herêma Kurdistanê
Nivîsîngeha ragihandina Nurî Malîkî Cîgirê Serok Komarê Iraqê li daxuyaniyek de ku li rêkefta 18.12.2014 hatiye belavkirin behsa ewe kiriye ku di derbarê bi dirustbûn û tevger û êrîşên terorîstên Da'îş berî ketina Musilê li hezîrana derbasbûyî Serok Barzanî bi tu awayek peywendî bi Serok Wezîrê berê yê Iraqê nekiriye.

Li vir da bi hemû aliyek radigihînîn ku birêz Serokê Herêma Kurdistanê Serok Wezîrê berê yê Iraqê ji metirsiya dirustbûna Da'îş û tehdîd û tevgerên li Rojavayê parêzgeha Nînowa û bajarê Musilê agahdar kiriye û pê ragihandiye ku Herêma Kurdistanê amadeye bi sedema operasyonekî hevbeş yarmetiya hêzên Iraqê bide bo ku rê li geşbûn û bihêzbûna terorîstan li wan navçeyan da bê girtin. Lê belê Serok Wezîrê berê yê Iraqê ev agahdarkirin û pêşniyara Serok Barzanî bi girîng wernegirt û gûh lê negirt. Birêz Seyîd Emar Hekîm û Dr Roj Nurî Şaweys Cîgirê Serok Wezîrê Iraqê û balyozê wê demê yê Amerîka li Iraqê şahîdê ewene ku Serok Barzanî li rêya wan ve Serok Wezîrê Iraqê ji wê metirsiyê agahdar kiriye.

Serok Wezîrê berê yê Iraqê li ketina Musil û şikesta artêşa Iraqê berpirsiyare û nikarê bi vî awayî daxuyanî û ragihandinê şikest û berpirsiyariya xwe bipêçe. Li vê demê de her çi êş û nearamî û qeyran ku li ser xelkê Iraqê hatiye û her wiha şikesta siyasî û serbazî û aboriyên Iraqê eve Serok Wezîrê berê yê Iraqê û dewrûbera wê jê berpirsiyare.

Çavkaniyeke rojnamevanî li nivîsîngeha Serok
20.12.2014
Top