• Monday, 16 February 2026
logo

Serok Komarê Iraqê bi helkefta serkeftinên Pêşmerge pîrozbahiyê li Serokê Herêma Kurdistanê kir

Gulan Media December 21, 2014 Nûçe
Serok Komarê Iraqê bi helkefta serkeftinên Pêşmerge pîrozbahiyê li Serokê Herêma Kurdistanê kir
Duh şemî 20.12.2014 birêz Fuad Mehsum Serok Komarê Iraqê li rêya telefonê ve peywendiyê bi birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê kir.

Li vê peywendiya telefoniyê da Serok Komarê Iraqê bi helkefta wê serkeftina mezina hêza Pêşmergeyên Kurdistanê li devera Zûmmar û Rebî'e û Şengalê bi destanîne bi germî pîrozbahiyê li Serok Barzanî kir. Hêvî xwest li paşarojeke nêzîk da tevahiya cihên din ji destê terorîstan bêne rizgar kirin. Her wiha destxweşiyê jî li hêzên Pêşmerge kir ku qehremanane karîne terorîstan têkbişkînin.
Top