• Monday, 16 February 2026
logo

Daxwaz tê kirin ku Ebadî biçe nav Hêzên Pêşmerge

Gulan Media December 21, 2014 Nûçe
Daxwaz tê kirin ku Ebadî biçe nav Hêzên Pêşmerge

Parlamentera Kurd Eşwaq Caf daxwaz ji Serokwezîrê İraqê Heyder Ebadî kir ku serdana Pêşmergeyên Kurdistanê bike û got: ‘’Li İraqê tenê hêzek ku rûbirûyê DAİŞ’ê bûbe Hêza Pêşmerge ye.’‘

Di vê derbarê de Endama Parlamentoya İraqê Eşwaq Caf ji BasNewsê re da zanîn ku daxwaz ji Serokwezîrê İraqê Heyder Ebadî kiriye daku serdana Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê li eniyên şer bike, bi taybetî wan cihên ku di van herdu rojên borî de ketine bin kontrola Pêşmergeyan.

Eşwaq Caf wiha axifî: ‘’Li İraqê tenê hêzek ku rûbirûyê DAİŞ’ê bûbe û ew têkşikandibe Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê ye, loma divê spasiya wê hêzê bê kirin. Loma divê daxwaz û mafên Pêşmerge ji Parlamentoyê re bên şandin û werin pesendkirin. Ji ber demeke dirêj Pêşmergeyên Kurdistanê ji wan mafan hatine bêbeşkirin ku di destûrê de hatine diyarkirin.’‘

Eşwaq Caf axaftina xwe wiha qedand: ‘’Divê bi awayekî fermî spasiya Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê were kirin, lê mixabin heta niha jî hikûmeta İraqê bi fermî bersiva me nedaye.’‘

Basnews
Top