Pêşmerge ji çend aliyekî ve êrîşî ser Şingalê dikin
Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê êrîşa xwe ya berfereh li dijî çekdarên DAIŞê li nava Şingalê dijwartir dikin, tevaya sînorê Iraqê ligel Sûriyê jî dê bikeve destê Pêşmergeyan de.
Di daxuyaniyekê de ku ji aliyê fermandeyiya eniya rojavayê dicle hatiye belavkirin û kopiyek jê gehiştiye dest BasNewê, hatiye “Piştî operasyona gehiştina Hêzên Pêşmerge bo Çiyayê Şingalê û rizgarkirina Çiyayê Şingalê û azadkirina çendîn gund û navçeyên stratejîk wek Sinûn û Dugirê û Tirbika, serê sibeha îro Şemiyê 20ê Kanûnê, Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê êrîşeke berfereh ji bo paqijkirina Ewênat û gundên derdora wê û rêya stratejîk ya Hunke, destpêkirin.”
Li gor ku daxuyaniyê de hatiye jî: “Li eniya Rebîe jî, Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê êrîşeke yekalîker ber bi Mişêrfe û Şeilan detspêkir, ji bo azadkirina rêya Rebîe–Sinûnê, bi vî awayî dê tevaya sînorên Iraq û Sûriyê ji Rebîe heta deverl Şingalê, têkeve dest Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de.”
Basnews
