Pêşmerge li Rebîeyê bi hêzeke mezin pêşve diçe
Berpirsê Operasyona Yekeya 433 ya Hêzên Pêşmerge Ezîz Ehmed Xelîfe ji Rûdawê re ragihand: “Niha me gundê Şirîfatê bi temamî xist destê xwe de û em mijûlî pûçkirina mayîna ne, ku çekdarên DAIŞê li şûna xwe hiştine.”
Bi gotina Ezîz Ehmed Xelîfe, hêzek mezin ji Pêşmerge piştevaniya yekîneya wan dike û li gorî planekê niha pêşve diçin heta ku bigihên Hêzên Pêşmerge yên li nahiyeya Sinûnê û wê deverê bi temamî bixin destê xwe de.
Wî fermandarê Hêzên Pêşmerge behsa rewşa şer li wê navçeyê kir û got: “Çekdarên DAIŞê nema karin bergiriyê bikin û morale wan têk çûye. Çekdarên wan direvin Sûriyê, lê hinek ji wan li vir mane, lê yê ku mane nikarin rê li pêşiya me bigrin.”
Herwiha li gorî daxuyaniyeke Fermandeya Eniya Dîcle, ku ji Rûdawê re hatiye şandin, “Serê vê sibehê Hêzên Pêşmerge êrişekî berfireh kirin bo paqijkirina nahiyeya Iwênatê ya wê deverê û gundên derdora wê.”
Li gorî heman daxuyaniyê, “Hêzên Pêşmerge ji aliyekî dî ve dest bi operasyonekê bo rizgarkirina rêya setratejîk a Hugne bo Rebîeyê dest pê kir.”
Herwiha ragihand ku, “Her îro Hêzên Pêşmerge li eniya Rebîeyê dest bi êrişekî berfireh kirin bo rizgarkirina rêya di navbera Rebîe – Sinûnê de.”
Duhî Hêzên Pêşmerge di çarçoveya operasyona rizgarkirina Şingalê de nahiyeya Sinûnê ji destê DAIŞê derxistin.
Li gorî agahiyên Peyamnêrê Rûdawê, zêdetirî 4 hezar Pêşmerge di operasyona Sinûnê de beşdar bibûn, heta pêşmergeyek jî birîndar nebûye.
Hêzên Pêşmerge pêr (Pêncşemê) tevahiya devera Zûmarê girtin û gihîştin çiyayê Şingalê.
Rudaw
