• Monday, 16 February 2026
logo

Li hemberî ‘Kurdistana Serbixwe’ derket

Gulan Media December 20, 2014 Nûçe
Li hemberî ‘Kurdistana Serbixwe’ derket
Sekreterê Giştî yê NATOyê yê berê Anders Fogh Rasmussen got ew ne ligel “Kurdistanek Serbixwe” ye.

Rasmussen li Zanîngeha Dîlok a Hasan Kalyoncu beşdarî panela bi navê “Aştiya Rojhilata Navîn: Pirsgirek û Lêgerinên Çareseriyê” bû û pirsên rojnamevanê Milliyetê Abbas Guçlu bersivand.

Rasmussen bûyerên li Rojhilata Navîn dibin nirxand û ragihand ku ew dijî parçebûna Sûriyê ye û got, “Li Sûriyê parçebûnek nerm wekî ya Bosnayê çêbibe. Her çiqasî ne çareyek newaze jî be divê hêz di nav gel de bê parvekirin. Cudabûnên Sûriyê yên olî û nejadî ji yên Balkanan kûrtir in.”

Rasmussen anî ziman ku li Rohjilata Navîn ew ne ligel “Kurdistanek Serbixwe” ye.

Sekreterê berê yê NATOyê Rasmussen diyar kir ku ew dixwaze endamên PKK çekan danîn û li Tirkiyeyê tevlî pêvajoya çareseriyê bibin û wiha got, “Heger rayên herêmî radestê wan bê kirin dê ew yek bi hêsantir pêk bê. Ne Kurdistanek Serbixwe lê modelek hêzên herêmî xurt bike, dikarî pêk bê.”

Rasmussen tekez kir krîza ku li Rojhilata Navîn komên tundrew yên wekî DAIŞê derxistin holê û divê rê li ber wan bê girtin.

Rudaw
Top