Barzanî û Erdogan civiyan
Di civînê de, rewşa Îraqê û deverê bi giştî, pêşhatên cenga dijî terorê û serketinên pêşmergeyê Kurdistanê yên di van du rêjên dawiyê de li devera Zumar û derdûra Şingalê bi dest xistine gotûbêj kiirn û di vê çarçoveyê de serokomarê Tirkiyeyê tevî diyarkikirina kêxweşiya xwe li hember wan serketinên pêşmergeyê Kurdistanê, herwesa hêvî xwest ku serketin û pêşveçûna pêşmerge berdewam bin.
Rêketina navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta Îraqa federal ya vê dawiyê mijarek din a civînê bû û Erdogan pitgiriya xwe ji bo wê rêketina Hewlêr û Bexdayê nîşan da û rola her di aliyan bilind nirxand û hêvî xwest ew rêketin ji bo çareserkirina tev pirsgirêkan destpêkek baş be.
Serokomarê Tirkiyeyê û serokwezîrê herêma Kurdistanê tekîd li ser zêdetir xurtkirin û berfirehkirina têkeliyên navbera Hewlêr û Enqereyê di hemû waran de kir.
