• Monday, 16 February 2026
logo

3 efser ji Mûsilê reviyan

Gulan Media December 20, 2014 Nûçe
3 efser ji Mûsilê reviyan
3 efserên polîsê Iraqê ji nav bajarê Mûsilê reviyan û xwe radestê Hêzên Pêşmerge kirin.

Endamê fermandariya Hêza Kawe, emîd Fetah Îbrahîm ku di çeperên derdora bajarê Mûsilê ye, ji Rûdawê re ragihand ku ew 3 kesên ku cilên sivîl li xwe kiribûn, îro ber bi çeperên Pêşmerge ve hatin.

Di destpêk de dihat pêşbînîkirin ku ew çekdarên DAIŞê bin, lê derket ku ew polîsê Iraqê ne û reviyane.

Fetah Îbrahîm herwiha got, yek ji wan sê kesan efserekî bi pileya serdar û yekî din sertîmê polîsê Mûsilê ye û yên din efserekî asayî yê polîse.

Bi gotina wî fermandarê pêşmerge, hersê efseran sedema derketina xwe ji Mûsilê li rewşa xirab ya bajêr ve digerînin.

Herwiha gotin ku ji ber êrîşa Hêzên Pêşmerge li dijî çekdarên DAIŞê li navçeyên Şingalê, nexweşxaneyên bajarê Mûsilê gellek kuştî û birîndarên DAIŞê hene.

Rudaw
Top