• Monday, 16 February 2026
logo

Amerîka 1300 leşkerên din dişîne Iraqê

Gulan Media December 20, 2014 Nûçe
Amerîka 1300 leşkerên din dişîne Iraqê

Wezareta Bergirî ya Amerîka, şandina 1300 leşkerên din bo Iraqê pejirand û aşkere jî kir ku, wê bombebaran kirina frokeyên Amerîka bo ser pêgehên DAIŞ`ê li derdora Çiyayê Şingalê zêde bikin.

Berdevkê Wezareta Bergirî ya Amerîka Pentagon John Kirby di konferansekî rojnamevanî de got:“1300 leşker bo Lîwaya 3 û Yekeya Ezmanî 82 yên li Iraqê dê werin şandin“.

Derbarê mijara komkirina 5 hezar kes ji hozên Ereb ên Iraqê, Kirby got:“Şanda taybet bi perwerdekirin û pêşkêşkirina alîkariyê rijde li ser damezrandina 12 Lîwayên Iraqî ku, jê 9 Lîwa bo artêşa Iraqê ne û 3 Lîwayên din jî bo Hêzên Pêşmerge ne û niha mijûlin bi destnîşankirina cihê perwerdekirinê û biryare di dawiya vê mehê de, perwerdekarên Amerîkî bighêjin Iraqê û dest bikarê perwerdekirinê bikin“.

Berdevkê Pentagonê da zanîn ku“ Di qonaxa bê de hejmarek ji endamên hozên Ereb, wê perwerdekirinê bi wan bikin“.

Basnews
Top