Alîkarî gehişte malbatên ser çiyayê Şengalê
Pêdivî û alîkarî gehişte wan malbatên ku li ser çiyayê Şengalê bûn û niha hatine Akrê. Parlamentereke Kurd jî got: ‘’Em li bendê ne ku welatên cîhanê zêdetir alîkariyê bişînin.’‘
Di vê derbarê de Endama Parlamentoya Kurdistanê Hîva Hacî Mîrxan ji BasNewsê re got: ‘’Piştî hewldaneke zêde ligel Norveçê, me karî bi rêya Dêra wî welatî alîkarî û gelek cil û bergan ji koçberan re kom bikin, bi kêfxweşî îro me karî wê alîkariyê li lêqewmiyan belav bikin.’‘
Hîva Hacî Mîrxan wiha axifî: ‘’Alîkarî ji cil û bergên zarokan pêk tên, hemû me birin kampeke Akrê ku li wê kampê Kurdên Şebek û Êzdî dimînin. Cilên zarokan ji salekê heta 16 salî ne û hemû jî bi rêya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî hatin belavkirin.’‘
Basnews
