• Monday, 16 February 2026
logo

Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta cejna Rojî ya Êzîdiyan

Gulan Media December 19, 2014 Nûçe
Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta cejna Rojî ya Êzîdiyan
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Xweşhalim ku bi helkefta cejna rojî ya Êzîdiyan da serkeftina mezina Pêşmergeyên qehremanên Kurdistanê bi diyarî pêşkêşî xuşk û birayên Êzîdî dikin û eve hêjatirîn pîrozbahiye ku li wan dikin.

Destpêkirina operasyona rizgarkirina devera Şengalê li roja alaya Kurdistanê û gihîştina Pêşmerge bi çiyayê Şengalê li 18.12.2014 wateya xwe heye. Bila hemû dijmin û nehez bizanin eger carek ji bo wan birexsê kîna xwe beranber Kurd û Kurdistanê derbikin, li dawiyê de baca tawanên xwe didin û divê terorîstên Da'îş ji bo hemû dijminan bibin pend û ders.

Hêvîdarim bi yekgihîştina vê serkeftina mezin û cejna rojî ya xuşk û birayên Êzîdî bibê sedema kevandin û sarêjbûna birîna me û wan ezîzan û gelê Kurdistanê jî li wê yekê dilniya dikin ku serê dijminan dikevê jêr piyan.

Hezaran silav li giyanê pakê şehîdên herdem zîndî. Du'aya başbûna bi lez jî ji bo birîndaran û dest û çavê hemû Pêşmergeyên qehremanan maç dikim ku ez dizanim çi qehremaniyekî mezin tomar kirine.

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
19.12.2014
Top