Hunermend Bilal Ercan li ser dikê jiyana xwe ji dest da!
Li Maltepeya Enqere di konsera piştevaniya Şengal û Kobanî de hunermendê kurd Bilal Ercan jî derket ser dike. Ercan kêliya li ser dike distira qeyrana dil derbas kir û ji xwe çû. Ercan bi hatina ambûlansê ve bo nexweşxaneyê hat veguhestin. Hevalên Ercan ê hunermend li ser medyaya civakî eşkere kirin ku Ercan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye. Her wiha hatzanîn ku dê piştî konserê bi rojêke Ercan ameliyat bibûye lê wî dîsa jî xwestiye derkeve ser dike û bistrê.
Bilal Ercan kî ye?
Ercan di sala 1962an de li Konyayê ji dayik bûye. Di salên ewil ê dibistana seretayî de dest bi karê muzikê kiriye û li amurên weke mandolîn û tembûrê xistiye. Ercan demekê li Zankoya Hacettepeyê di Beşa Konservaturaê de mamostetî û bestekariya Cumhuriyet Oratoryosuyê û danêriya çend komên govendê yê gelerî jî kiriye.
Ercan beşdarî gellek festîvalên muzîk û govendê yê ji derveyî welêt bûye û gellek xelat stendine. Digel karê muzîkê bestakarî jî kiriye û gellek besteyên wî ji hêla nivîskaran ve hatine gotin. Ercan şêwirmendiya gellek projeyên muzîk û hunerê ji kiriye. Xebatên Ercan li ser Muzîka Gelerî û Eşîran jî hene. Nêzikî 200 besteyên Ercan di repertuara MESAM û TRT’ê de hatine tomarkirin.
Rudaw
