Hêzên Pêşmerge li devera Şingalê hîna pêşve diçin
Duhî êvarî Şêwirmendê Encumena Asayişê ya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî eşkere kir ku ji Zûmarê heta çiyayê Şingalê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hat rizgarkirin.
Barzanî da zanîn ku, 700 km çarqorzî hat rizgarkirin û niha rêya çiyayê Şingalê û Dihokê vekirî ye û xelkê ku li ser çiyê asê mane, dikarin dakevin xwarê.
Fermanderekî Pêşmerge ji Hêza Parastina Şingalê bi navê Neqîb Îsmaîl ji Rûdawê re ragihand: “Şevê din, Hêzên Pêşmerge pêşveçûnên berçav kirin û ji rêya Herdan berê xwe dan gundê Dihola, piştre bi aliyê Buhrika çûn, ji wir çûn Guhbel û gundê Zorava.”
Neqîb Îsmaîl wiha got: “Ji bo paqijkirina wan gundan ji bombe û teqemeniyan dem pêwîst e.”
Îsmaîl wiha domand: “Şevê din lêdana balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî li çeperên DAIŞê û pêşveşûnên Hêzên Pêşmer berdewam dikirin, ku bi hevre li wan didin.”
Wî fermandarî da zanîn ku, “Ew malbatên ku li ser Çiyê asê mabûn pirr dilxweş bûne, hinek dixwazin biçin Dihokê, lê piraniya wan dixwazin li wir bin heta ku mal û gundên wan bi temamî bên rizgarkirin û vegerin cihên xwe.”
Rudaw
