Nêçîrvan Barzanî ligel Erdogan û Davutoglu dicive
Li gorî agahiyên Rûdawê, duhî pêncşemê, Nêçîrvan Barzanî ligel şandekê gihîşt Stenbolê û îro bi rayedarên wî welatî re hevdîtinan dike.
Yek ji wan hevdîtinan dê ligel Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu be, ku dê seat 11:30 li nivîsingehe avutoglu be, lê heta niha nehatiye piştrastkirin ku, kî ji endamên şanda Kurdistanê dê beşdarî wê hevdîtinê bibe.
Piştre Barzanî û şanda pê re dê biçin paytexta Tirkiyeyê, Enqere û li wir seat 18:60 bi dema Hewlêrê ligel Serokomarê wî welatî Recep Tayyip Erdogan bicive.
Li gor agahiyên peyamnêrê Rûdawê, di hevdîtina Barzanî û Erdogan de, dê mijara petrol û enerjiyê ya sereke be û biryar e ku Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Hikûmeta Kurdistanê Aştî Hewramî jî beşdar be.
Her wiha hat zanîn ku Mîrê Qeterê Şêx Temîm bin Casim Al Sanî jî dê îro li Enqereyê bi Erdogan re hevdîtin bike.
Heta niha nehatiye zanîn ka Mîrê Qeterê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dê di kevana serdana xwe ya Tirkiyeyê de bi hev re rûnên yan na.
Rudaw
