• Monday, 16 February 2026
logo

Cîgirê Bexdadî hat kuştin

Gulan Media December 19, 2014 Nûçe
Cîgirê Bexdadî hat kuştin
Hacî Muitez, cîgirê xelîfeyê rêxistina DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî û fermandarê çekdarên DAIŞê li Iraqê, di operasyoneke balafirên hevpeymaniya navdewletî de hat kuştin.

Berpirsê operasyonên Amerîkayê li dijî DAIŞê, general James Terry di daxuyaniyekê de ragihand: “Ji destpêka operasyonên asmanî yên hevpeymaniya navdewletî û heta niha 1361 êrişên asmanî li dijî çeperên DAIŞê li Iraq û Sûriyê hatine pêkanîn.”

Terry wiha got: “Di encama êrişên hevpeymanan de pêwendiyên DAIŞê hatin qutkirin û alîkariyên lekerî nema digihên destê wan.”

Wî berpirsê amerîkî tekez kir ku, “Di encama lêdana balafiran de, Hacî Muitez, cîgirê xelîfeyê rêxistina DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî û fermandarê çekdarên DAIŞê li Iraqê hat kuştin.”

Rudaw
Top