• Monday, 16 February 2026
logo

Ji bo esnafên Amedî ala Kurdîstanê

Gulan Media December 18, 2014 Nûçe
Ji bo esnafên Amedî ala Kurdîstanê
Endamên Tevgera Ciwanên Kurdistanê (TCK) ji ber “Roja Ala Kurdistanê” li Amedê ala Kurdistanê diyariyê esnafan kirin. Herwiha partiyên kurdî jî daxuyaniyek dan.

Li ser navê Tevgera Ciwanên Kurdistanê endamê komelê Roger Cager li ber AZC Plazayê daxuyaniyek da.

Cager ragihand ku sîstema cîhana modern “sîstema dewleta neteweyeyî” û got ji bo ku kurd jî di sîstema cîhanê de cih bigîrin pêwîstiya wan bi dewleta neteweyî heye.

Cager anî ziman sembola herî girîng a neteweyan al e û wiha domand, “Ala neteweyekî li derekê hebe ew tê wê wateyê ku ew li wê derê desthilatin. Al sembola serxwebûnê ye.”

Piştî daxuyaniyê endamên Tevgera Ciwanên Kurdistanê li taxa Ofîsê ala Kurdistanê diyariyê esnafan kirin.

Endamên Partiya Maf û Azadiyan (Hak-Par), Partiya Demokrasiya Beşdar (KADEP), Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Platforma Demokratên Kurd (PDK), Partiya Demokrata Netewî Kurdistan (PDNK), Ciwanên Netewî yên Kurdistanê, DDKD/, Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Tirkiyeyê (PDK-T) ji bo Roja Ala Kurdistanê daxuyanî dan.

Serokê Hak-Parê yê şaxa Amedê Vasif Kahraman daxuyanî xwend û ragihand ku di dîrokê de kurdan gellek dewlet avakirine û wiha got, “Em çawa hurmetê didin neteweyan divê ew jî wisa hurmetê bidin ala me.”

Kesên ku beşdarî daxuyaniyê bûyîn ala Kurdistanê rakirin û gotin, “Bijî Kurdistan!”

Rudaw
Top