Li dijî DAIŞê 67 êrişên asmanî
Hêza Erkdara Hevbêş a Operasyonên bi Biryarên Xwezayî ragihand ku balafirên şerî yên hêza DYAyê di navbera 15 û 17ê Berfenbarê de li Suriyê 6 caran navendên DAIŞê dan ber bombeyan.
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku li Iraqê jî balafirên hevpeymaniya navdewletî û yên DYAyê di heman wextî de 61 caran rêxistina DAIŞê bomberan kirin.
Hat diyarkirin ku êrîşên li Sûriyê hemû li nêzîkî Kobanî û derdora Ebu Kemal li dijî çeper û endamên rêxistina DAIŞê hatine pêkanin. Di encama van 5 êrîşan nêzîkî Kobanî de cihek depoyê û çeperek a DAIŞê hat rûxandin. Di encama êrişa li Ebu Kemalê jî de wesayîtek taktîkî ya rêxistinê ji holê hat rakirin.
Di nava êrîşên li Iraq û Başûrê Kurdistanê de, 2 êrîş li Şingal, 2 li Tilefêrê, 8 li nêzîkî Mûsilê, li Rawa, Ramadî, Hîtê jî her yekî yek hatin pêkanîn ku di encamê de gelek navend, cebilxane û wesayîtên wê rêxistinê, balafirên şerî dan ber bombeyan.
Hat eşkerekirin ku hevpeyvaniya navdewletî ji bo piştevaniya operasyonên Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iarqê 45 êrişên asmanî kirin û di encama wan êrişan de jî 50 cihên DAIŞê bûne hedefa balafirên şerî.
