• Monday, 16 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li şandeyeke Kongiresa Amerîkayê dike

Gulan Media December 17, 2014 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li şandeyeke Kongiresa Amerîkayê dike
Şandeyeke Kongiresa Amerîkayê serdana herêma Kurdistanê kir û roja 16.12.2014ê li bajarê Hewlêrê ji aliyê Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê ve hatin pêşwazî kirin. Şandeya kongiresa Amerîkayê bi serokatiya kongiresman Kêvin Makaratî û ji çar kongiremanên din, safîrê Amerîkayê yê Îraqê û konsulê giştiyê Amerîkayê yê herêma Kurdistanê û hijmareke şîretmendan pêkhatibû.

Şandeya Amerîkayê kêfxweşiya xwe li hember aramî, îstîqrar û pêşkeftinên herêma Kurdistanê diyar kir û rola xelik û hikûmeta herêma Kurdistanê di warê pêşwazîkirin û hewandina zêdetir ji yek milyon koçber û penaberan bilind nirxand. Şandeya mêvan sipasiya pêşmergeyê Kurdistan kir ku, bergiriyê ji xelik û hevwelatiyên herêma Kurdistanê û ji pirensîpên hevberşên Amerîka û Kurdistanê dikin.


Dîdara serokwezîr digel şandeya Kongiresa Amerîkayê

Şandeya Kongiresa Amerîkayê tekîd kir ku, herêma Kurdistanê gelek dost li Amerîkayê hene û lêdêxebitin di hemû waran de zêdetir hevkarî û piştgiriya herêma Kurdistanê bikin daku bikaribe bi ser terorê de serbikeve û pirosesa avadan, geşkirin û pêkvejiyanê zêdetir ber bi pêşve bibin. Şandeya mêvan piştgiriya xwe ji bo lihevhatina navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta Îraqê nîşan da.

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê sipasiya serdana şandeyê û piştgiriya wan li herêma Kurdistanê kir û tekîd kir ku, hevkarî û piştgiriya Amerîkayê di demên dijwar de tesîreke mezin li ser rawestandin û rûbirûbûna terorrîstan hebû, lê ji bo nehêlan û binbirkirina terorê herêma Kurdistanê pêwîstî bi zêdetir bihevkarî û pişûtgiriyê heye, bi taybetî pêşmerge pêwîstî bi meşiq û rahînanê û çekê giran û cebilxaneyê heye.

Li dor lihevhatina herêma Kurdistan û hikûmeta federala Îraqê jî, serokwezîr got ku, herêma Kurdistanê wê lihevhatinê bi lihevhatineke baş dizane û ji bo çareserkirina pirsên Hewlêr û Bexdayê li ser esasê saxlem derfetek baş e.
Top