• Monday, 16 February 2026
logo

Hejmara kuştiyên êrîşa li Pakistanê gehişte 130 kesî

Gulan Media December 16, 2014 Nûçe
Hejmara kuştiyên êrîşa li Pakistanê gehişte 130 kesî

Hejmarek ji çekdarên Tevgera Talîban a Pakistanê êrîş kirine ser dibistanekê li bajarê Pêşawer, di encam de jî 130 xwendekar û mamosteyan canê xwe ji dest dan.

Çavkaniyên medyayî belav kirine ku îro, 16ê Kanûnê, 6 çekdarên Tevgera Talîban êrîşî dibistaneke taybet bi zarokên leşkeran li bajarê Pêşawer kirin.

Piştî ku çekdar derbasî nava dibistanê bûn, şer di navbera wan û hêzên ewlekariyê û polîsan de derket.

Li gor çavkaniyên pizîşkî yên Pakistanê, ji encama wê êrîşê û rûbirûbûna çekdar û polîsan, 130 kes, ku praniya wan xwendekar û mamoste ne canê xwe ji dest dan, herwiha 122 kesên din jî birîndar bûn e.

Çavkaniyên ewlekarî jî amaje dikin ku, di wê dibistanê de 500 xwendar hebûn, hejmarek ji wan bi rêya deriyê dibistanê yê paşê hatin derxistin, lê heta niha hejmarek ji xwendekar û mamosteyan li cem çekdaran dîlkirî ne.

Heta niha jî hewlên polîsan û hêzên ewlekariyê berdewamin ji bo rizgakirina wan kesên dîlgirtî, lewma pêşbînî tê kirin û hejmara kuştî û birîndaran zêdetir bibe.

Basnews
Top