Îranê jinek e Kurd darvekir
Jinek e Kurd bi navê Nahîd Giyasuwend, ku ji xelkê bajarê Wirmê yê Rojhilatê Kurdistanê ye ji aliyê dezgehên dadwerî yên Îranê ve hat darvekirin.
Nahîd berî sê salan bi tohemta bazirganîkirin bi madeyên hişbir hatibû girtin, ew bi bi xwe ji xelkê navçeya Awayî Rajan ê ser bi Wirmê ve ye.
Çavkaniyên medyayî yên Rojhilatê Kurdistanê belav kirin e ku, Nahîd ligel mêrê xwe hatibû girtin, lê ji ber ku mêrê wê karî qasek ji pere bide, ji girtîgehê derket û ji wê demê reviyaye derveyî Îranê.
Lê Nahîd Giyasuwend, ku li girîtgeha Derya girtî bû, cezaya darvekirinê ji aliyê dadgehê ve derheqê wê hatibû derkirin, li heman girtîgehê ew ceza li ser hat cîbicîkirin.
Basnews
