Pêşmerge rojhilatê Mûsilê topbaran kir
Rêveberê eniya şerê li Bendava Mûsilê, Şêx Mihyedîn Mizûrî ji Rûdawê re ragihand ku derengiya şeva borî, Hêzên Pêşmerge bi hemahengiya balafirên hevpeymaniya navdewletî, çeperên DAIŞê li gundên Şîhiye û Xerab Kubir li başûrê rojihlatê Mûsilê topbaran kirin.
Mizûrî got, piştî ku şerekî giran di navbera hêzên pêşmerge û çekdarên DAIŞê de derket, balafirên hevpeymaniyê êrîşî navendên wê rêxistinê li deverê kirin.
Şêx Mihyedîn Mizûrî aşkere kir ku li gor amarên destpêkê, 15 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û bi dehan çekdarên din jî birîndar bûne. Lê di heman demê de tekez kir ku di wî şerî de ti ziyan negihiştine pêşmerge.
Mizûrî got, di encama topbarana hêzên pêşmerge de çend otombîlên DAIŞê jî hatine têkbirin.
