• Monday, 16 February 2026
logo

Enstîtuya amerîkî: Di demeke kurt de li benda “Komara Kurdistanê” bin!

Gulan Media December 16, 2014 Nûçe
Enstîtuya amerîkî: Di demeke kurt de li benda “Komara Kurdistanê” bin!
Enstîtuya amerîkî ya lêkolînên siyasî ya bi navê Gatestone, di lêkolîna xwe ya herî dawî de ragihandiye, li Başûrê Kurdistanê demokrasî her ku diçe bihêztir dibe, her çiqas kêmasî hebin jî lê li benda “Komara Kurdistanê” bin!

Enstîtuya Gatestone ku navenda wê ya serekî li bajarê New Yorkê yê Amerîkayê ye, di lêkolîna xwe ya herî dawî de behsa rewşa kurdan û îhtimal û mercên serxwebûna Kurdistanê kiriye.

Di lêkolîna enstîtuyê de hatiye gotin ku berê li Başûrê Kurdistanê PDK û YNKê “desthilat qorix kiribûn” lê niha mirov dibîne ku yekbûneke bihêz li wir çêbûye. Çimkî her çiqas piraniya kursiyên parlamentoyê di destê YNK û PDKê de bin lê jibilî wan partiyan hêzên din jî li Kurdistanê tevlî desthilat û parlamentoyê bûne û dikarin biryar bidin. Di rapora Gatestone de wiha hatiye ziman:

“Êdî zeftkirin û qorixkirina siyasetê vegeriyaye hikûmeteke hevpeyman. Ev jî dikare bibe bingeha meyandina Komara Kurdistanê.”

Di beşeke din a lêkolîna wê saziya amerîkî de hatiye diyarkirin ku ji bo ragihandina dewleta kurdî tenê kurd li benda “firsendê” ne, her çiqas vê gavê hinek asteng li hember vê yekê hebin jî lê ew dewlet dê axirê were avakirin.

Enstîtuya Gatestone behsa şerê DAIŞê jî kiriye û wiha pêde çûye: “Şerê DAIŞê yek ji sedemên derengketina avakirina dewleta kurdî bû, lê Pêşmerge ku di destpêka wî şerî de hinek dever ji dest dabû, niha êdî hatiye ser xwe û deverên ku ketibûn destê DAIŞê, rizgar kiriye. Di wî şerê de balafirên şer ên hêzên hevpeyman jî alîkariya Pêşmerge kiriye.”

Di rapora wê navenda lêkolîna amerîkî de behsa hêza Quds a pasdarên Îranê her wiha milîsên şîe yên iraqî yên girêdayî Îranê jî hatiye kirin û ev şirove li ser wê yekê hatiye kirin: “Hêza Quds û milîsên şîe yên iraqî bûne sedema wê ku şerê DAIŞê li Iraqê heta astekî ji armanca xwe dûr bikeve.”

Li gorî Enstîtuya Gatestone, yek ji sedemên din ên derengketina serxwebûna Kurdistanê, Wezareta Derve ya Amerîkayê ye, çimkî dixwaze kurd ji Iraqê veneqetin û pê re bimînin, ji bo wê jî Hewlêr û Bexda li hev anî û di îmzekirina rêkeftina navbera her du aliyan de rolek mezin lîst, vê jî serxwebûna Kurdistanê dereng xist.

Di beşeke din a rapora Gatestone de hatiye gotin ku merc û rastiyên Rojhilata Navîn nehîşt ku kurd bigihîjin xewna xwe ya dêrîn. Ji ber ku dewletên cîran qet naxwazin mafên kurdan bidin û li dijî serxwebûna Kurdistanê ne. Hêceta wan ji bo vê yekê ew e ku Kurdistanê wek hevpeymana Îsraîl dibînin û berjewendiyên siyasî yên hundir û derve nahêle welatên han (Îran, Tirkiye, Iraq û Sûriye) Kurdistan serbixwe bibe.

Enstîtuya Gatestone di wê baweriyê de ye ku êdî kurd naxwazin ereb li ser qedera wan biryar bide ji ber wê jî bi awayekî jîrane dixwazin ber bi serxwebûnê herin û xeletiyên xwe jî dubare nekin. Welatên bihêz ên cîhanê beriya niha gellek caran soz dabûn kurdan lê sozên xwe bicîh neanîbûn.

Li ser sedemên bihêzbûna şert û mercên serxwebûna Kurdistanê jî Gatestone wiha aniye ziman:

“Kurd bi welat û herêma xwe pir serbilind in, her wiha herêma wan herêmeke pêşketî û xwedan şaristanî ye. Ev çend sedem û serketina wan di şerê DAIŞê de wisa dikin ku kurd zêdetir di mijara serxwebûna Kurdistanê de bi xwe bawer bin. Kurd ji wê yekê nerazî ne ku çima Bexda nahêle çekên zêdetir ji derve derbasî Kurdistanê bibin. Li Kurdistanê li her derî ala Kurdistanê hatiye çikandin lê ala Iraqê nayê dîtin. Zimanê kurdî li wir serdest e û zimanê erebî jî xerîb e, ev jî sedemên din ên serxwebûna Kurdistanê ne. Ji ber wê jî Kurdistan dê di demek kurt de jidayîk bibe.”

Rudaw
Top