• Monday, 16 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li konsulê nû yê Almaniyayê kir

Gulan Media December 16, 2014 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li konsulê nû yê Almaniyayê kir
Bi minasibeta destbikarbûna wî weke konsulê nû yê Almaniyayê li herêma Kurdistanê, îro roja duşemiyê 16.12.2014ê li bajarê Hewlêrê, Corc Ênzwêyler konsulê nû yê Almaniyayê ji aliyê Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê ve hat pêşwazî kirin û serokwezîr destbikarbûna sefîrê nû yê Almaniyayê pîroz kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.

Sefîrê nû yê Almaniyayê got ku, ew gelelk kêfxweş e li herêma Kurdistanê dest bi karê xwe dike û hêvî kir ku, ew bikaribe asta têkleiyên navbera Almaniya û herêma Kurdistanê ber bi qonaxeke pêşkeftîtir bibe.

Ênzwêyler rola hikûmet, xelik û pêşmergeyê Kurdistanê di cenga dijî terorê û hewandina hijmareke zêde ya koçber û penaberan bilind nirxand û piştgiriya xwe û hikûmeta Almaniyayê bo hikûmeta herêma Kurdistanê, bi tyabetî di warê alîkariyên însanî û serbazî de diyar kir.

Konsulê Amaniyayê xwesteke welatê xwe ji bo pêşdebiririna têkeliyan bi herêma Kurdistanê re, bi taybetî di warê siyasî, êkonomî û bazirganî de, nîşan da û got ku, hijmareke zêde ya şirket û kompaniyên almaniyayî bi awayekî çalak beşdarîyê di pêşangeha Hewlêrê ya navdewletî de dikin û ”Em kompaniyên Alamniyayê teşwîq dikin daku li herêma Kurdistanê sermayeyê xwe birazînin.

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê di axaftina xwe de destbikarbûna sefîrê nû yê Almaniyayê li Hewlêrê, pîroz kir û pitgirîya hikûmeta herêma Kurdistanê jê re nîşan da. Barzanî bi navê gel û hikûmeta herêma Kurdistanê sipasiya piştevaniya hikûmeta Almaniyayê a di warê însazî û leşkerî de û vekirina dewreyên meşiq û rahînanê bo pêşûmergeyên Kurdistanê kir û got: Em gelek bi giringî ve li alîkariyên leşkerî û însanî yên hikûmeta Almaniyayê bo herêma Kurdistanê dinêr in û em hêvîdar in ew hevkarî û alîkarî berdewam bin.

Her du aliyan têkeliyên navbera Herwlêr û Bexdayê, rewşa niha ya herêma Kurdistan Îraq û deverê di warê siyasî û mirovî de, metirsiyên rêxistian terorîstiya DAÎŞ bo ser emniyeta deverê gotûbêj kirin û di vê çarçoveyê de sefîrê Almaniyayê piştevaniya welatêxwe ji bo lihevhatina Hewlêr û Bexdayê ragehand.

Top