• Monday, 16 February 2026
logo

“Amerîka çareserkirina krîza Sûriyê radestî Rûsya kiriye”

Gulan Media December 15, 2014 Nûçe
“Amerîka çareserkirina krîza Sûriyê radestî Rûsya kiriye”

Di hevdîtina bajarê Roma yê de, Wezîrê Deve yê Amerîka John Kerry ji hevşanê xwe yê Rûsî Sergey Lavrov ragihandiye ku, divê pirsgirêkên Rojhilata Navîn bilez bên çareserkirin.

Di vê derbarê de, Balyozê Hevpeymana Niştimaniya Sûriyê li Encûmena Hevkarî ya Kendava Erebî Edîb Şîşeklî got:“ Helwesta Rûsya nehatiye guhertin û Amerîka jî, doseya Sûriyê daye destê Mosko yê daku çareseriyek aştiyane bo wê bibîne û Rûsya kar li ser derbasbûna demê dike û heta niha jî piştgir a herî bihêze ji rejîma Sûriyê re“.

Ji aliyek din ve, dezgehên ragihandinê hin xalên sereke yên plana Rûsya ya bo çareserkirina krîza Sûriyê belavkirine û têde hatiye ku, serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed bi desthilatek kêmtir bimîne û di desthilata nû de serkirdayetiya artêşê û sê beşên ewlekariyên Hêzên Ezmanî, Ewlekariya Leşkerî û Ewlekariya Dewletê be, ev xalên planê ji aliyê çend dewletên Ewrûpî û bi taybet ji aliyê Fransa ve hatine red dikin.

Herwiha ew plan bi ti awayekî behsa nemana Esed di desthilatê de nake, belkî Rûsiya di wê baweriyê de ne ku, Esed heta dawiya dema xwe di desthilatê de bimîne û di wê demê de bi erka başkirina rewşa Sûriyê rabe û ji nû ve beş û liqên ewlekariyê parve bike.

Her ligor xalên wê pilana Rûsya, kesatiyekê ku rejîm li ser mixalefetê hesab dike, wê bi erka çêkirina kabîneya wezaretan ji kesatiyên mixalefetê rabe û ew kesatiyê postên wezaretan wergirin, divê bi razîbûna rejîma Sûriyê be û ew hikûmet wê di dema testê debe û ti desthilateke wê nebe.

Di planê de hatiye jî ku, Wezreta Bergiriyê wê bêyî desthilat be di hikûmetê de, ji ber ku Beşar Esed fermandeyê kirdeyî be û hin efserên ku ji artêşa Sûriyê cudabibûn bînin nava artêşê û take erka wê hikûmetê jî, vegerandina aramiyê ye bo Sûriyê û amadakirina welat bo encamdana hilbjartinên giştî û guhertina destûrê ye.

Basnews
Top