DAIŞ gihîşt Awustralya
Hat ragihandin 2 çekdaran, kesên ku li Lind Cafeya ku li ser kolana Martin Place wek rehîn girtin.
Hat diyar kirin ku herdu çekdaran bi zorî hiştin ew rehîne li ber cama kafeyê flamaya DAIŞê rakin û piştre avahiyên derdorê jî ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine valakirin.
Hat îdiakirin êrişker yan endamên rêxistina DAIŞê ne, yan jî yên el- Nusrayê ne.
Hêzên ewlakiryê ji bo tedbîran avahiya Operayê jî vala kirin.
Serokwezîrê Awustralyayê Tony Abbott di derbarê bûyerê de wiha got, “Mebesta wan tenê tirsandin e. Awustralya welatek aram û aştîxwaz e bila hemû kes jiyana xwe ya rojanê bidomîne.”
Abbott di civîna li Canberrayê lidarxistî de got, “Em nizanin armamca wan çi ye lê hin gumanên li ba me hene.”
Li Awustralyayê îlona borî jî li bajarê Sîdney û Brisbane li ser hin kesên gumanbar operasyon hatibûn pêk anîn.
Rudaw
