Li Serê Kaniyê 16 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
Şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) du êrîş li dijî pêgehên çekdarên DAIŞê li Serê Kaniyê pêkanîn û di encam de 16 çekdar hatin kuştin.
Di her 24 demjimêrên bûrî de, şervanên YPGê du êrîş li dijî pêgehên çekdarên rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal, DAIŞ, li başûr û başûrê rojavayê bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê pêkanîn.
Li go daxuyaniyeke Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, di her du êrîşan de ku li ser gundên Til Ebû Bekir û Resim Hice hatibûn pêkanîn, herî kêm 16 çekdarên DAIŞê hatin e kuştin.
Hevdem şervanên YPGê pêgehên çekdaran li derdora gundê Til Ehmed yê ser bi Til Hemîsê ve, başûrê rojavayê Qamişlo, topbaran kirin, di encam de jî çekdarekî DAIŞê hatiye kuştin.
Roja 11ê Kanûnê jî, li başûr û başûrê rojavayê bajarê Serê Kaniyê şer di navbera şervanên YPGê û çekdarên DAIŞê de derketibû.
Basnews
