Balafiran li nêzîkî Kerkûkê li DAIŞê dan
Berpirsê eniya rojavayê Kerkûkê Kemal Kerkûkî ji Rûdawê re ragihand: “Duhî çekdarên DAIŞê ji aliyê Mekteb Xalid ji dûr ve gule davêtin ser me, lê piştî ku cihê wan hat diyarkirin, balafir hatin haydarkirin û îro êriş kirin ser wan.”
Kemal Kerkûkî diyar kir ku, “Piştî ku îro balafiran li wan dan, niha bê deng bûne û nema guleyan davêjin. Em zerer û ziyanên wan çekdaran bi hûrî nizanin, lê gellek ziyan dîtin.”
Berpirsê eniya rojavayê Kerkûkê da zanîn ku rewşa wê deverê aram e û got: “Ev 2 roj in ku şerê mezin di navbera me de derneketiye, tenê carna ji dûr gule davêtin û me jî bersiva wan dida, ku niha ew jî nemaye.”
Rudaw
