• Monday, 16 February 2026
logo

Davutoglu: Rê li pêş rêkeftina Bexda û Hewlêrê xweş bûye

Gulan Media December 14, 2014 Nûçe
Davutoglu: Rê li pêş rêkeftina Bexda û Hewlêrê xweş bûye

Serokwezîrê Tirkiy ragihand ku, derfetek baş di rojevê de ye da ku Hewlêr û Baxda li hevbikin, herwiha dibêje ku ew hewila veguhestina petrola başûrê Iraqê jî bo bendera Ceyhan didin.

Di çarçoveya beşdarîkirin di çalakiyek e taybet bi Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê de li bajarê Adane , Srokwezîrê Tirkiye Ehmed Davutoglu got:“ Di navbera aramiya siyasî û vejandina aborî de û serxwebûna aborî û serxwebûna siyasî de, peywendiyeke bihêz heye û ew du mijar hevsengê hevin“.

Davutolgu da zanîn ku “Di serdana min ya vê dawiyê de bo Bexdayê, min dît ku derfetek baş bo lihevkirinê di navbera Hewlêrê û Bexdayê de heye, piştî wê lihevkirinê, ne tenê petrola Kerkûkê, lê belê derbarê petrola navçeyên dinên başûrê Iraqê jî, wê ligel Hikûmeta Iraqê gotûbêjan bikin û pêşniyara veguhestina petrola wan navçeyan bo benderê Ceyhan arasteyî Hikûmeta Iraqê bikin“.

Basnews
Top