3 çekdarên DAIŞê xwe radestî Pêşmergeyan kirin
Li eniya Guwêr–Mexmûrê 3 çekdarên DAIŞ`ê ku berê di artêşa Iraqê de efserbûn, xwe radestî Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kirin.
Serpereştiyarê eniya Guwêr–Mexmûrê Sîrwan Barzanî ji BasNewsê re got:“Ji ber şikestina çekdarên DAIŞê li wan navçeyan, rêxistina DAIŞ`ê lêkolînan ligel çekdarên xwe dike û hejmareke pir ji çekdaran gulbaran kirine û hejmareke din jî reviyane“.
Sîrwan Barzanî diyar kir jî ku“ Şeva bûrî 3 çekdarên DAIŞ`ê ku berê efserbûn di artêşa Iraqê de 2 ji wan bi pileya Neqîbin û yê dî jî bi pileya Mulazim hebû, ji nav rêzên DAIŞ`ê reviyane û xwe radestî Hêzên Pêşmerge yên Kuridistanê kirin“.
Basnews
