Li çiyayê Şingalê şerekî giran derketiye
Îro danê sibê çekdarên DAIŞê li devera Gabarê ku 12 km dûrî bajarokê Şingalê yê Başûrê Kurdistanê ye, êrişî hêzên Pêşmerge û şervanên êzîdî kirin lê rastî bersiveke tund hatin.
Berpirsê Liqa Şingalê ya PDKê Seîd Şingalî, ku niha li ser çiyayê Şingalê ye, ji Rûdawê re got, çekdarên DAIŞê dixwestin êrişî ziyareta pîroz a Şêx Hesen bikin lê hêzên Pêşmerge nehîştin ew gavekê jî pêşde bên.
Seîd Şingalî da zanîn ku şerekî giran niha li wê derê di navbera hêzên Pêşmerge û şervanên êzîdî û DAIŞê de didome.
Wî rayedarê PDKê anî ziman ku balafirek şer hat lê nekarî baş li çekdarên DAIŞê bide lewma ew niha li benda balafireke din dikin û wiha got: “Hêzên Pêşmerge li wê derê pir in lê DAIŞ dixwaze ji rewşa hewayê ku mij û baran e, firsendê bistîne û êrişî Pêşmerge bike.”
Ji aliyekî din, berpirsê Pêşmerge li ser çiyayê Şingalê, Aştî Koçer jî ji Rûdawê re got, çekdarên DAIŞê îro li devera Kubara li başûrê çiyayê Şingalê bi otomobîlên zirhî êriş kirin lê rastî bersiva hêzên Pêşmerge û şervanên kurd ên êzîdî hatin.
Rudaw
