• Monday, 16 February 2026
logo

Talebanî: Hikûmeta Iraqê hikûmetek Şîe ye

Gulan Media December 13, 2014 Nûçe
Talebanî: Hikûmeta Iraqê hikûmetek Şîe ye

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dibêje ku, hikûmeta Iraqê hikûmetek Şîey ye, çareseriya Iraqê jî ewe ku bibe 3 herêm.

Di hevpeyvînekê ligel televîzyona PBS a Amerîkî de, Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî rexneyên giran li hikûmeta Iraqê girtin û ragihand ku “Pêwîst e hikûmeta Iraqê wê hizra xwe biguhere ku dikare bi rêya çek, Sineyan bixe di bin desthilata xwe de.”

Qubad Talebanî rexeneyên xwe bo hikûmeta Heyder Ebdaî berderwam kirin û diyar kir ku “Hikûmeta Iraqê hikûmetek Şîey ye, pêwîst e desthilata siyasî ye Sineyan bi taybetî li navçeyên wan zêdetir bike, heta Iraq aram bibe.”

Berî demekê Cîgirê Serokê Amerîka Joe Biden daxwaz kiribû ku Iraq bibe sê herêm, wek çareseriyekê bo hemû arîşeyên ku li Iraqê hene, Herêmek bo Kurdan, Herêmek bo Suneyan û Herêmek bo Şîeyan.

Di vê derbarê de Talebanî got: “Di nêrîna min de niha ew daxwaz Biden take rê ye ji bo çareseriyê, ji ber ku rêxistina Dewleta Islamî sûd ji valahiya siyasî wergirt ne valahiya leşkerî, ji ber ku li Iraqê arîşeya çekan nebû lê belê arîşe yeknegirtina siyasî bû.”


Basnews
Top