PDK û YNK ji lîsta terorê tên derxistin
Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Brett McGurk di daxuyaniyekê de ragihand: “Kongreya amerîkî navê PDK û YNKê ji lîsta terorê hat derxistin.”
Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên ji Rûdawê re ew nûçe piştrast kir û ragihand: “Îdareya Amerîkayê em haydar kirine, ku kongreyê navê PDK û YNKê ji lîsta terorê derxistiye.”
Fuad Husên wiha domand: “Ew piroje yasaye ji Serokê Amerîkayê Barack Obama re şandine, da ku ew jî îmza bike, ku tê pêşbînîkirin ku ew jî wê îmza bike.”
Beriya niha, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî red kiribû ku serdana Amerîkayê bike, heta ku navên PDK û YNKê ji lîstê neyê derxistin.
Herwiha bi sedema ku navê PDK û YNKê di lîsta terorê ya Amerîkayê de bû, her kurdekî k user bi wan herdu partiyan ba, nikarîbû vîzaya Amerîkayê werbigre.
Rudaw
