Xelîlzad: Ne Hewlêr diket û ne jî Îranê ew rizgar kir
Di hevpeyvînekê de ligel rojnameya Şerqulewset de, Balyozê berê yê Amerîka li Iraqê û Şêwirmendê Navenda Lêkolînên Setratejîk û Navdewletî Zelmay Xelîlzad, gotinên serkirdeyê artêşa Qudis a îranî Qasim Silêmanî red kir, ku ragihandibû, Îranê bajarê Hewlêrê ji êrişên DAIŞê parast.
Xelîlzad wiha got: “Di dema êrişa DAIŞê de, Hewlêr nêzîk ketinê nebûbû, ji ber ku wê demê û niha jî Hewlêr di rewşeke normal de derbas dibe.”
Zelmay Xelîlzad wiha domand: “Eger wê demê Hewlêr nêzîkî ketinê bûbiya jî, ê ku rê li pêşiya ketina Hewlêrê girt ne Îran bû, lê belê balafirên şer bûn.”
Balyozê berê yê Amerîka li Iraqê da zanîn ku, “Îranê alîkariya kurdan kir, lê ne bi wî awayê mezin ê ku Qasim Sulêmanî behsa wî dike.”
Xelîlzad derbarê nakokî û pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, ragihand: “Kurd niha hewl didin ku bi awayê konfederalî têkeliyê ligel Bexdayê bikin û ligel rêkbikevin, ku her aliyek bi xwe karê xwe birêve bibe.”
Rudaw
