Parêzgarê Helebceyê jî hate diyar kirin
Piştî lihev kirin li ser postên parêzgeha Silimanî, parêzgarê Helebceyê jî hate diyarkirin.
Piştî ku dohê part û aliyên siyasî yên Kurd li Silimaniyeyê li ser çawetiya dabeş kirina postên Parêzgar û civata parêzgeha Silimanî lihev kirin, îro jî part û aliyên siyasî li ser destnîşan kirina Parêzgarê parêzgeha Helebceyê li hev kirin.
Li ser esasê lihev kirinê postê Parêzgarê Helebceyê bûye parê tevgera Goranê û ev tevger jî kesek bi navê Ebdulah Newrolî weke Parêzgarê Helebceyê destnîşan kir.
