• Monday, 16 February 2026
logo

PDK: Em rê nadin Kerkûk wek Celewla û Sadiye lê bihê

Gulan Media December 12, 2014 Nûçe
PDK: Em rê nadin Kerkûk wek Celewla û Sadiye lê bihê
Serkirdeyekî Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) ragihand ku, PDK rijde li ser bergirîkirin li nasnameya Kerkûkê û karekî cidî dikin, daku ti hêzek ji bilî Pêşmergeyan li wî bajarî ne be.


Berpirsê Encûmena Serkirdayetiya Kerkûk-Germiyan ya PDK Selah Delo ji malpera BasNewsê re ragihandiye ku, doza dîrokî ya di navbera Kurdistanê û hikûmtên yek li dû yek ên Iraqê, Kerkûk bû, gelê Kurd eger dev ji Kerkûkê berdaba yan paşvekişîn ji doza Kerkûkê bikira, wê ev arîşeyên Kurdistanê weha nebana, çûnkî Bexda amadeye hemû daxwazekê bi cihbike, bi mercekî ku Kerkûk li derveyî hevkêşeyan be, di beramber de Kurdan ti caran bazar li ser Kerkûkê nekirine.

Selah Delo herwiha gotiye:“ Kerkûk bo PDK yekalî bûye, ev 70 sal e PDK rêberiya doza Kurd dike, ti caran amade nîne ku, bazarê li ser wî bajarî bike, Kerkûk bo PDK pirseke nayê guhertin û destê xwe jê venakişîne“.

Selah Delo aşker jî kiriye ku, ew kesên xelkê tînin bajarê Kerkûkê û dibêjin nasnameya Kerkûkê Iraqî ye, ev yek bi destê wan kesane ku axa me difroşin kesên ku têne Kerkûkê, lewra ne mumkine PDK bazarê li ser Kerkûkê bike, eger dewleta Kurdî jî ava bibe , bêyî Kerkûkê ew dewlet wê ne kamil be“.

Derbarê axaftinên nûnerê Eniya Tirkmen li Parlamentoya Iraqê Erşed Salihî û beşek ji aliyên Tirkmen, Selah Delo got:“Erşed Salihî zilamekî her dixwaze li şûna xelkên din bi axife û hemû xelkên Tikmen ne ligel axaftinên wî ne û Hêzên Pêşmereg wek dîwarê polane bergiriyê li Kerkûkê dikin û eger ne bajarekî Kurdistanê ba, me ew hemû şehîd ne didan“.

Salih Delo amaje bi wê yekê jî kir ku, hin alî hene dixwazin grûpên çekdar bên bajarê Kerkûkê, daku bêjin Kurd nikarin bergiriyê li kerkûkê bikin, lê Kurd û Pêşmerge rênadin ku, ev bajar wek Celewla û Sadiyê bikeve destê DAIŞ`ê yan grûpên çekdar.
Top