• Monday, 16 February 2026
logo

Jinên kurd bûn “Jina Sala 2014”

Gulan Media December 12, 2014 Nûçe
Jinên kurd bûn “Jina Sala 2014”
Portala CNN di raportekê de, bi navê Jina Sala 2014, behsa perlamentera kurd a êzîdî li Bexdayê Viyan Dexîl û şervanên jin ên li Kobanî jî dike, ku bûne mînaka jina serkeftî li sala 2014.

CNN di raporta xwe de dibêje: “Şaşîtiyeke eger em bêjin sala 2014an, saluki baş bû ji bo jinan, ji ber ku di vê sale de komên terorîst li Iraq û Sûriyê jin û keç revandineû ew kirine koyleyên seksî, lê di heman demê de, sala 2014 bûye sala bergiriya jinan, ku me fêr dikin çawa rêya pêşerojeke geştir, dijwar û zehmet e, lê bi îrade em dikarin pêşerojeke baştir bi dest bînin.”

Di nava berpijêrên wergirtina wî navî, gellek jinên cîhanî ji çalakvan û hunermendên jî tê de beşdar bûn, lê Viyan Dexîl û jinên Kobanî karîn pileya yekê bi dest bînin.

Derbarê jinên Kobanî CNN wiha nivîsandiye: “Dema ku DAIŞê êrişî Kobanî kir, nizanîbû ku dê rastî bergiriyeke wiha mezin bê. Bi piştrastî nizanîbû ku 1 ji 3 wan şervanan jin in.”

Herwiha belav kiriye ku, “Viyan Dexîl, dema ku di Parlamntoya Iraqê axivî û behsa koçberên Şingalê kir, bala hemû dunyayê kişand.”

Rudaw
Top