Qedexeya li ser pirtûka Ocalan hat betalkirin
Parêzerê Ocalan, Cengîz Çîçek li ser bingeha biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê ya “binpêkirina azadiya ramanê” serî li dadgeha Sulhê ya Amedê dabû.
Dadgehê jî serlêdana wî nirxand û fermana qedexekirin û komkirina pirtûka Ocalan a bi navê “Manîfestoya Şoreşa Kurdistanê: Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Netewa Demokratîk”, ku ji aliyê dadgeheke din ve hatibû dayîn, betal kir.
Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê roja 25ê Hezîrala îsal li ser serlêdana Ocalan ji bo çapkirin û weşana pirtûkên xwe biryar dabû ku astengkirina çap û weşana pirtûkên Ocalan “li dijî azadiya raman û çapemeniyê ye”.
Rudaw
