• Monday, 16 February 2026
logo

Berxwedana Kurd li dijî DIŞIê bi girîng hate wesif kirin

Gulan Media December 11, 2014 Nûçe
Berxwedana Kurd li dijî DIŞIê bi girîng hate wesif kirin

Li Washingtonê di civînekî de berxwedana Kurd li dijî DIŞIê bi girîng hate wesifkirin.

Li Washingtonê hijmareke Kongresmanên Amerîkayê bo agehdar bûn ji rewşa dawî ya Rojhilata Navîn û Kurdistan û pirsa teror û terorîstên DIŞIê li gel hijmareke Nivîskar, pspor û Dîplomatan de civiyan.

Di civînê de hevdem li gel giftûgo kirin li ser rewşa Rojhilata Navîn, behsa rewşa Kurdistanê berxwedana gelê Kurd li dijî terorîstên DIŞIê û serkeftinên hêzên pêşmerge yên li dijî terorîstên DIŞIê hate nîqaşkirin.

Beşdarwan bi girîngî behsa berxwedana gelê Kurd û serketinên hêzên pêşmerge li hember terorîstên DIŞIê kirin.

Her di civîna han de behsa rola Kurdistanê ya di warê bicîh kirin, parastin û hevkarî kirina Penaberan de jî hate nirxandin û hate gotin ku Kurdistan her çend ji aliyê ti welat anjî ti hêzekî ve hevkarî wernegirtiye lêbelê kariye erkê xwe yê mirovatî bicîh bîne û hijmareke zêde Penaber lixwe bigire û tevahiya pêdiviyên wan dabîn bike.
Top