Rûsya hejmara çekdarên DAIŞê aşkere kir
Berpirsekî leşkerî yê Rûsya ragihand ku, hejmara çekdarên DAIŞ`ê li Iraq û Sûriyê gehişteye 70 hezar çekdarî û ji hemû regezan têde hene.
Di vê derbarê de, Serokê Desteya Hevbeş a Artêşa Rûsya general Valery Gerasimov tekez kir ku, berê Amerîka alîkariya grûpên ser bi rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal,DAIŞ, kiriye daku li dijî rejîma Sûriye bikin.
Malpera Sputnik ya Rûsî li ser zarê wî berpirsê leşkerî belavkiriye ku,“Bi texmîma me hejmara çekdarên DAIŞ`ê li Sûriye û Iraqê niha gehiştiye 70 hezar çekdarî û ji hemû regezan têde hene û ew hejmar di zêdebûnê deye.
Valery Gerasimov got jî:“Berê Amerîka di warê darayî û teknîkî de alîkariya wan grûpan kiriye daku li dijî rijîma Sûriyê şer bikin û Amerîka niha tenê êrîşên ezmanî bo ser DAIŞ`ê encam ne de û bi xwe ragihandiye ku, bi temamî serkeftin bi ser DAIŞ`ê pêdivî bi operasyoneke bejayî heye“.
Li ser hejmara çekdarên DAIŞ`ê, berya demekê Ajansa Istixbaratên Amerîka raporek belavkiribû û têde amaje bi hejmara çekdarên DAIŞ`ê li Iraq û Sûriyê , di navbera 20- 31,500 çekdar dene.
Rudaw
