Nêzîkbûna Enqere û Bexdayê di berjewendiya Kurdistanê de ye
Biryar e, 24ê vê mehê, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî serdana Tirkiyeyê dike, ew jî bi mebesta encamdana duyemîn ya bicîkirina xalên setratejîk di navbera herdu welatan de.
Herwiha beriya wê serdanê, Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê Taner Yildiz dê serdana Bexdayê bike, bo gotûbêjkirina pêwendiyên Enqere û Bexdayê di warê enerjiyê de.
Çavdêrên siyasî jî dibêjin ku kabîneyên Ebadî û Davutoglu kar dikin bo bihêzkiriina pêwendiyên di navbera xwe de, û tekez dikin ku ew nêzîkbûn di navbera Enqere û Bexdayê de, di berjewendiya Herêma Kurdistanê de ye.
Rudaw
