Çînê bi 2 firokeyan alîkarî ji Kurdistanê re şand
Di dirêjahiya proseya gehandina alîkariyên mirovî ji aliyê civaka navdewletî bo koçberên Iraqê û penaberên Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê, duh sêşembe welatê Çînê 2 balafir ku 170 ton alîkarî di wan de hebûn, şandin Herêma Kurdistanê.
Konsulê Çîn li Kurdistanê Tan Bang Lîn ragihand ku, ew alîkarî ji 170 ton alîkariyên mirovî pêk tê. Herwiha da zanîn ku, alîkariyên welatê wî bo Kurdistanê dê berdewam bin.
