• Monday, 16 February 2026
logo

Balafiran li Kobanî DAIŞ dan ber bombeyan

Gulan Media December 10, 2014 Nûçe
Balafiran li Kobanî DAIŞ dan ber bombeyan
Çekdarên DAIŞê topan davêjin ser Kobanî û balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî jî li çeperên wan didin.

Peyamnêrê Rûdawê li nêzîkî sînorê Kobanî Imer Kalo ragihand: “Îro li bajarê Kobanî, balafirên hevpeymaniyê 3 caran çeperên rêkxistina DAIŞê bombebaran kirin û DAIŞê jî taxên bajarê Kobanî yên di bin kontrola hêzên kurdî de topbaran dike.”


Derbarê dema wan topbaranan jî, Imer Kalo wiha got: “Îro serê sibehê, balafirên saet 03:15, 05:15 û 05:25 çeperên DAIŞê li nava bajarê Kobanî bombebaran kirin, lê ji ber mij û dûmanê cihê bombebarana balafiran nehate naskirin.”


Peyamnêrê Rûdawê wiha domand: “DAIŞê jî piştî saet 8ê vê sibehê, 4 topên Hawinan avêtin taxên di bin kontrola hêzên kurdî de.”

Herwiha Kalo da zanîn ku, “Şer û pevçûnên li nav kolanên balêr jî di navbera hêzên kurdî û DAIŞê de, niha kêm bûne û tenê caran dengê çekan tê bihîstin.

Rudaw
Top