• Monday, 16 February 2026
logo

Rûhanî: Pasdarên Îranê gendeliyê dikin

Gulan Media December 10, 2014 Nûçe
Rûhanî: Pasdarên Îranê gendeliyê dikin

Serokomarê Îranê, artêşa Pasdarên Îslamî bi gendeliyê tohemtbar û got ku, hemû hêz û desthilata leşkerî, îdarî, ewlehî û ragihandinê di destê wê de ye.

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî di semînara dibin navnîşana “Xebat Lidijî Gendelî“ de aşkere kir ku, niha di nirîna xelkê de dewleta Komara Îslamî ne gendele, ev yek eger haya wan ji wê yekê nebe ku, hêz û pere ne di destê dewletê de ne û di destê artêşa Pasdaran de ye.

Di wê semînarê de, Serokomarê Îranê rasterast navê Artêşa Pasdaran ne aniye, lê alavên ragihandina Îranê belavkirine ku, rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî, nerazîbûna xwe li ser li darxistina wê semînarê derbiriye.

Herwiha Rûhanî got:“ Ew bertîlên ku berê di bin masê re dihatin wergirtin, niha bi aşkere tên wergirtin û di vê derbarê de, navendên peywendîdar ti hewilikê ji bo jinavbirina vê diyardeyê nakin“.

Hesen Rûhanî ji bo kêmkirina dizî û gendeliya îdarî sîstema “Dewleta Elîktironî“ pêşniyar kiriye ku, bi rêya wê sîstemê re, dibe ku çavdêriya hûr bi ser kiryarên dewletê û îdareyan de bê kirin.

Gendeliya herî nû li Îranê aşkere bû, ewe bi nemana peryan li bankeka Îranê ku, tê gotin nêzîkî 12 milyar timen ne diyarin û ji aliyê berpirsên wî welatî ve hatine dizîn.

Basnews
Top