• Monday, 16 February 2026
logo

Serxwebûna Kurdistanê bûye mijara kombûnên Amerîka

Gulan Media December 10, 2014 Nûçe
Serxwebûna Kurdistanê bûye mijara kombûnên Amerîka
Serxwebûna Kurdistanê nema tenê mijar û gotûbêja nav kurdan e, lê belê niha li hemû cîhanê behsa dewleta kurdî tê kirin, bi taybetî jî li Amerîkayê tê gotûbêjkirin.

Ji dema ku rewşa Iraqê ber bi xerabiyê ve çû, behsa serxwebûna Kurdistanê di nav civîn û kombûnên nefermî li Amerîkayê zêde bû û niha çavdêr û şirovekarên siyasî yên wî welatî jî dibêjin dewleta kurdî nêzîk bûye.

Di kombûnekê de li Washingtonê, bi sedan şarezayên rojhilat û berpirsên Enstutî Rojhilata Navîn ya welatê Poloneya, amadebûn û ala Kurdistanê jî ji wan re hatibû weşandin û behis dikir ku çawa ew ligel çend rêxistinên din kar li ser dikin. Li ser wê alê nivîsandibû. Gelo niha dema wê ye?

Niha tenê kurd li ser axa xwe şerê rêxistina DAIŞê dike û vî şerî pêgeha kurdan mezintir bilindtir kiriye û civaka navdewletî niha zêdetir li pişt wan e.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî duhî ligel pêşmergeyên ku ji Kobanî vegeriya bûn, civiya û li wir tekez kir ku DAIŞê êrişî Kurdistanê kir ji ber ku serxwebûn û referandûm gihîştiye qonaxeke pêşketî. Wan xwestin li wê qonaxê bidin. Helbet sed DAIŞ hezar DAIŞ jî derkevin dîsa ew pêvajo dê bidome, em ti carî dest jê bernadin.

Rudaw
Top