Erdogan: Êrîşên bejayê bo ser DIŞIê gelek girîngin
Serokkomarê Tirkiyeyê dibêje bi tenê êrîşên asmanî li dijî DIŞIê tê fêdeyeke wan tuneye.
Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan di dema îmze kirina çend peymanan li gel Serokkomarê Lîtvaniyayê ragehand ku pirsa terorîstên DIŞIê pirseke gelek girînge û steratejiya cîhanî ya bi Serokatiya Amerîkayê yaku xwe di çarçoveya êrîşên asmanî de kom dike, nikare li dijî DIŞIê steratejiyeke serkeftî be jiber ku bi tenê êrîşên asmanî bo ji nav birina DIŞIê têrê nakin.
Erdogan eşkere kir ku lazime hevdem ligel êrîşên asmanî êrîşên bejayî jî li dijî terorîstan werin pêkanîn û opozîsyona Sûriyayê jî were bihêzkirin.
