Şandeya Îmraliyê çû Qendîlê
Şandeya Îmraliyê di 29'ê kanûnê de bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî. Piştî vê hevdîtinê heyeta Îmraliyê bi rayedarên hikûmeta AKP'ê re hevdîtin pêk anî. Piştî vê hevdîtinê heyeta Îmraliyê ku ji Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle û Serokwekîlên Koma HDP'ê Pervîn Buldan û Îdrîs Baluken ji bo bi rayedarên KCK'ê re hevdîtinê pêk bînin çûn Qendîlê.
Tê payîn ku di van seatan de heyet bigihêje Qendîlê û îro civîna xwe pêk bîne. Hat hînbûn ku endamê heyetê Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder bi heyetê re neçûye.
Piştî hevdîtinê di demek kurt de dê heyet vegere û dîsa bi rayedarên AKP'ê re hevdîtinê pêk bîne yan jî li ser encamên ku derketiye holê bi Ocalan re hevdîtinê pêk bîne.
Xendan
