• Monday, 16 February 2026
logo

Nûnera hikûmeta herêma Kurdistanê ya Amerîkayê hat destnîşan kirin

Gulan Media December 9, 2014 Nûçe
Nûnera hikûmeta herêma Kurdistanê ya Amerîkayê hat destnîşan kirin
Civata wezîrên hikûmeta herêma Kurdistanê biryar da ku, Beyan Samî Abulrehamn nûnera hikûmeta herêma Kurdistanê ya Birîtaniyayê bibe nûnera hikûmeta herêma Kurdistanê li Amerîkayê.

Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragehand:

- Di çarçoveya xebatên hikûmeta herêma Kurdistanê li gor rênîşanderên birêz Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê yên ji bo pêşxistin û mokimkirina têkeliyên digel welatên cîhanê, û ji ber giringiya ofîsa hikûmeta herêma Kurdistanê ya Amerîkayê ku ev demek bû ew poste vala mabû, hikûmeta herêma Kurdistanê biryar de ku, Bayan Samî weke nûnera hikûmeta herêma Kurdistanê ya Amerîlkayê bê destnîşan kirin.

Weke tê zanîn hikûmeta herêma Kurdistanê 14 nûneratiyên xwe li derveyê welkêt hene.



Top