Berpirsekî mezin ji destê DAIŞê çû
Jêderekî ji bajarê Mûsilê ji Rûdawê re ragihand: “Duhî êvarî, li derdora bafirgeha Teleferê 2 bombe bi karwanê fermandarekî DAIŞê teqiyan, ku ew karwan ji 6 otomobîlan pêk hatibû.”
Heman jêder wiha got: “Karwanê wî fermandarî ji gubdê Eyîn Cehiş diçû navenda Xalid ya leşkerî, lê bi rê de 2 bombe bi wan de teqiyan.”
Wî jêderî wiha domand: “Di wan teqînan de, kesekî albanî bi navê Lafarîma, ku bi navê Ebû Ebdula Kosovî tê naskirin û berpirsê eniyên şer ên DAIŞê li Iraqê bû, hat kuştin.”
Heman jêder da zanîn ku, “Piştî teqînê, çekdarên perêzgeha Mûsilê ku li dijî DAIŞê ne, agir berdan 3 otomobîlên wê karwanê.”
Ji aliyekî din ve, Berpirsê Şaxa 14 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Mûsilê Ismet Receb ji Rûdawê re ragihand: “Şevê din çekdarên Mûsilê, 2 çekdarên DAIŞê li ser rêya Mûsil - Bertileyê kirin armanca xwe û herdu çekdar kuştin.”
Di vê dema dawî de, komek ji çekdaran li nava Mûsilê serê xwe bilind kirine û şerê DAIŞê dikin, ku di rojên borî de gellek ji emir û fermandarên leşkerî yên DAIŞê kuştine.
Rudaw
