• Monday, 16 February 2026
logo

Îran: Emê li Iraqê piştevaniya kurd, şîe û sunneyan bikin

Gulan Media December 8, 2014 Nûçe
Îran: Emê li Iraqê piştevaniya kurd, şîe û sunneyan bikin
Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zarif got heta ku şerê DAIŞê li Iraqê heye Îran dê piştgiriya gelê wê derê bike.

Cewad Zaferî li Tahran ligel Wezîrê Derve yê Iraqê Îbrahîm Caferî yê ku ji bo konferansa “Cihan li Hemberî Metirsî û Tundrewiyê” li Îranê, civînek çapemeniyê ya hevbeş lidarxist.

Mebesta Zarîf rêxistina DAIŞê bû û got, “Hemû gelê Iraqê li dijî dijmenê hevpar têkoşîn dike.”

Zarif ragihand ku Îran dixwaze ligel dewletên cîranên xwe, pêwendiyên dostane pêk bîne û komên tundrew gefan li hemû dewletên herêmê dixwe û wiha got, “Heta ku tekoşîna li hemberî terorê û tundiyê didome, emê piştevaniya şîe, sune, kurd, ereb û tevahiya gelê Iraqên bikin.”

Wezîrê Derve yê Iraqê Îbrahîm Caferî jî bal kişand ser metirsiya belavbûna rêxistina DAIŞê li herêmê û anî ziman ku li hemberî wê rêxistinê pêwîstiya wan bi hevkariya Tahranê heye.

Hat ragihandin ku ji 40 welatên cuda rayedar dê beşdarî konferansa 8-10ê Berfenbarê ya li Tahranê bibin. Herwiha Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Muelim jî dê beşdarî konferansa “Cihan li Hemberî Metirsî û Tundrewiyê” bibe.

Rudaw
Top