• Monday, 16 February 2026
logo

Hejmara şehîdên teqîna Celewlayê zêde bû

Gulan Media December 8, 2014 Nûçe
Hejmara şehîdên teqîna Celewlayê zêde bû
Hat zanîn ku yek ji birîndarên teqîna şevêdin a nahiyeya Celewlayê ya Başûrê Kurdistanê şehîd bûye. Bi vî awayî hejmara şehîdan gihîşt 2an.





Li nahiyeya Celewlayê ya Başûrê Kurdistanê, şevêdin li nav xaniyekê de bombek bi komek pêşmerge de teqiyabû ku di bûyerê de pêşmergeyek di cih de şehîd bibû û 2 jî birîndar bûn.



Peyamnêrê Rûdawê Helo Mihemed li Celewlayê ragihand, yek ji pêşmergeyên birîndar li nexweşxanê şehîd ket.



Nahiyeya Celewlayê ya Başûrê Kurdistanê ku dikeve nav parêzgeha Diyale ya Iraqê, roja 23ê Mijdara îsal di encama şerekî giran de ji aliyê Pêşmerge ve hatibû rizgarkirin.



Di wî şerî de 17 pêşmerge şehîd bibûn û nêzîkî 40 pêşmerge jî birîndar bibûn.



Çekdarên DAIŞê beşek mezin ji wê nahiyeyê tijî bombe û mîn kiriye û heta niha jî bi tevahî nehatiye paqijkirin.



Rudaw
Top